• Wednesday, 11 February 2026
logo

Netewên Yekgirtî: Ti hincetek ji bo kuştina xwepêşanderên Iraqî nayê qebûlkirin

Gulan Media December 4, 2019 Nûçe
Netewên Yekgirtî: Ti hincetek ji bo kuştina xwepêşanderên Iraqî nayê qebûlkirin
Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî têkildarî rewşa Iraqê û xwepêşandanên li wî welatî civiya û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya bo Karûbarên Iraqê jî dibêje: “Ti hincetek ji bo kuştina wan xwepêşanderan ve nayê qebûlkirin, ku bi awayekê aştiyane daxwaza guhertinê dikin.”

Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya bo Karûbarên Iraqê û Berpirsa UNAMIyê, Jeanine Hennis Plasschaert ragihand, girtin û revandin hêj jî li Iraqê gefeke mezin e û bi gotina wê, proseya demokrasî li Iraqê di jêr metiriyeke mezin de ye.

Hennis Plasschaert li pêşberî hemû endamên Encûmena Asayişa Navdewletî, raporta xwe ya derbarê rewşa Iraqê de xwand û diyar kir, ewên xwepêşandanê dikin, ji welat û nasnameya xwe hez dikin, ew tenê daxwaza jiyaneke baştir bo xelkê Iraqê dikin.

Berpirsa UNAMIyê da xuyakirin, di xwepêşandanên wê dawiyê yên Iraqê de 400 kes hatine kuştin û 19 hezar kes jî birîndar bûne û destnîşan kir, xwepêşanderên Iraqî li hember bilindkirina dengê nerazîbûna xwe berdêleke giran didin.

Jeanine Hennis Plasschaert ji encamên Encûmena Asayişa Navdewletî re ragihand, xwepêşanderekê bi zelal ji wê re gotiye; “yan em dê bi rûmet û azad bijîn, yan jî em naxwazin bijîn.”

Wê rayedara NY diyar kir, wê bi xwe serdana nexweşxaneyekê kiriye û bi xwe dîtiye ku zarokekî 16 salî bi gulleyên saçmeyî birîndar bûye. Jeanine Hennis Plasschaert da zanîn, ku dayika wî zarokî jê re gotiye, paşeroja tarî wiha li zarokên wê kiriye ku ji temenê xwe mezintir bifikirin.

Hennis Plasschaert amaje bi rêjeya bilind a kuştina xwepêşanderan li Iraqê kir û destnîşan kir, “ti hincetek ji bo kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan nayê qebûlkirin” û divê ewên xelkê dikujin, bêne dadgehîkirin.

Ew zêdetir ji du mehan e ku li dijî gendelî, bêkariyê û nebûna derfetên kar û herwiha nebûna xizmetguzariyên sereke yên jiyanê, li çendîn bajarên başûrê Iraqê û Bexda ya paytexta wî welatî xwepêşandan berdewam in.

Rudaw
Top