Serok Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir
Îro 21.09.2024ê bi boneya 54emîn salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê Serok Barzanî peyamek belav kir.
Di peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî ragehand; bi boneya 54emîn salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyê li serok û endamên mektefa tenfîzî û encûmena navendî ya yekitiya zananyan û hemû mamostayên ola pîroz a îslamê li Kurdistanê dikim.
Herwaha amaje bi wê yekê hate kirin ku, damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, bi destê Barzanî yê nemir nîşaneya wê yekê bû ku rol û pêgeha mamostayên ola îslamê bixwe ye, di beşdarbûna wan a di xebata netewî, niştimanî û bilind ragirtina reseniyê û nirxên olî û çanda pêkvejiyanê di nav civaka Kurdistanî û Tevgera Rizgarîxwazê Kurd de.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragehand, berdewam bendewarî li zanayên olî û mamostayên birêz heye ku rola xwe ya bi bandor bihêzkirina hestên niştimanperwerî û nirxên mirovî û yekbûn û pêkvejiyan û hişyarkirina civakê de wê rolê bilîzin.
Serok Barzanî di dawiyê de jî ragehand, bi boneya vê roja dîrokî hêviya serkeftinê ji bo Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasiya westan û erkê wan ê pîroz dikim.
Basnews
