• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê kir

Gulan Media September 21, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê kir

Beriya 54 salan ev Yekîtî li ser Fermana Barzaniyê nemir hatiye avakirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi helkefta 54 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li mamosteyên birêz serok û endamên mekteba kargêrî ya Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamosta û zanayên olî dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Em hebûn, xebat û têkoşîna Yekîtiya Zanayan û Mamostayên Olî hem di dema şoreşê û hem jî di dema azadiyê da bilind dinirxînin. Bi vê minasebetê em hemû şehîdên Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û rêz û silavan ji giyanê wan ra diṣînîn.

Em tekez li ser rol û bandora mamostayên birêz yên olî û Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê di pêşxistina çanda pêkvejiyan, hevpejirandin, lêborînê, rûbirûbûna tundrewiyê, hezkirina welat û aştiya civakî da dikin, herwesa, em bi hemû awayî piştevaniya hewlên Yekîtiya Zanayan ya ji bo dabînkirina hemû mafên mamostayên olî dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

21.09.2024

Top