• Wednesday, 11 February 2026
logo

Seîdiye- 800 malbat vegeriyane cihên xwe

Gulan Media December 3, 2019 Nûçe
Seîdiye- 800 malbat vegeriyane cihên xwe
Berpirsê Ragihandina Nivîsgeha Koç û Koçberan li Xaneqînê Îslam Ebdullah aşkere kir 800 malbatên ji bajarokê Seîdiyê koçberbibûn vegeriyane cih û malên xwe.

Îslam Ebdullah îro roja sêşemê 03-12-2019an ji BasNewsê ra axivî û ragihand:”Îro roja sêşemê 03/ 12/ 2019an,800 malbatên ji bajarokê Seîdiyê û gundên wê koçber bibûn û hatibûn Germiyanê vegeriyane ser gund û warên xwe.”

Herwiha Îslam Ebdullah amaje bi wê yekê jî kir ku biryar bû ew malbat beriya bi mehekê vegerin. Lêbelê ji ber hin lêkolînên pêwîst û karûbarên emnî vegera koçberan mehekê dereng ketiye.

Îslam da zanîn ku hin karwenekî din ê penaberên Seîdiyê heye û ew ê jî vegerin ser mal û milkên xwe.

Rêxistina terorîst a DAIŞê di havîna sala 2014an bajarokê Seîdiyê û gundewarên wê dagir kir. JI ber wê dagirkeriya DAIŞê xelkê herêmê koçberî Xaneqînê û Germiyanê bibûn.

Bssnews
Top