Ofîsa Nûnertiya Bazirganî ya Siûdiyê li Hewlêrê hat vekirin
Roja 19.09.2024, bi amadebûna Balyozê Erebistana Siûdî, nûnerê fermangeha wê ya bazirganî, Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê, li parêzgeha Hewlêrê merasîmên îmzakirina peymana damezrandina Ofîsa Nûnerîtiya Bazirganî ya Siûdiyê hatin birêvebirin.
Dr. Mihemed Şukrî Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand: “Vekirina wê ofîsê pir girînge, ji ber ku deryê zêdetir yê bazirganiyê di navbera Siûdî û Herêma Kurdistanê de diveke û hêsankariyeke zêde ji bo bazirganî û herdualiyan re dibe.”
Herwaha ragehand: “Ew ofîs asankarî bo bazirganan û veberhêner û xwedan kar û hatûçûn kirina wan, tenê pirsgirêka hec û omrê naguhere, belku aborî û bazirganiyan jî diguhere.”
Di vê merasima vekirina ofîsê de, Ebdulezîz El Şmerî balyozê Siûdiyê li Iraqê piştevaniya xwe bo xurtkirina peywendiyên bazirganî û aboriya welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê tekez kir û got: “Em amadene bo hewirdekirina her eşyayekî ku li herêma Kurdistan bê berhemanîn û hemû asankariyan bikin.”
