• Wednesday, 11 February 2026
logo

2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Gulan Media December 3, 2019 Nûçe
2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, 2 serbazên wî welatî li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û serbazekî din jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, li sînorê bajarê Girê Spî di encama êrîşeke bi hawanan de ku roja bihorî 2ê Kanûnê pêk hatiye, serbazekî wî welatî hatiye kuştin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê, endamên rêxistina terorîstî bi bikerê wê êrîşê bi nav kiriye, lê belê nedaye xuyakirin, ku mebest ji wê rêxistina terorîstî kîjan alî ye.

Di beşeke din a daxuyaniya Wezareta Bereavniya Tirkiyê de hatiye gotin, serbazekî wî welatî li sînorê Operasyona Pence-3, ku dikeve navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, hatiye kuştin û serbazekî din jî birîndar bûye.

Li gor daxuyaniyekê, ew serbaz di encama pevçûneke li gel gerîlayên PKKê de hatine kuştin û birîndarkirin.

Tirkiyê ji roja 9ê Cotmeha îsal ve di çaçroveya operasyona bi navê Operasyona Kaniya Aştiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û niha herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi dehan gundên ser bi van bajaran ve xistine di bin kontrola xwe de.

Herwiha artêşa Tirkiyê di 23ê Tebaxa îsal de li sînorê Heftenîn û Sînatê yên ser bi qezaya Zaxoyê, bi hinceta şerê li dijî PKKê operasyonek bi navê Pence-3 da destpêkirin.

Berî wê, artêşa Tirkiyê li navçeya Xakûrkê du qonax ji operasyonên Pence-1 û Pence-2 dabûne destpêkirin.

Rudaw
Top