• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraê kir

Gulan Media September 18, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraê kir

 Serok Mesûd Barzanî îro 17.09.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir û pê re danûstandinan li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike, herwesa tekez dike ku pêdivî ye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf û zelal û dûrî her asteng û arêşeyekê bên kirin.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beazley jî tê de amade bû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên navbera Hikûmeta Iraqê ya Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encamên erênî yên dawî serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê li hev guhertin.”

Her di wê hevdîtinê de, danûstandin li ser hilbijartinên Cotmeha bê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin, herwesa Serok Barzanî ji bo şanda mêvan tekez kir ku, pêdivî ye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf û zelal û dûrî her asteng û arêşeyekê bên kirin.

Pirsa mana hêzên Hevpeymanan û alîkarî û hevahengiyên navbera hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

 

 

Top