• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê hemwelatî li nexwaşxaneyên giştî de hest bi aramiyê û hebûna xizmetê bikin

Gulan Media September 18, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê hemwelatî li nexwaşxaneyên giştî de hest bi aramiyê û hebûna xizmetê bikin

Îro 18.09.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xîmê projeyekî giring li bajarê Hewlêrê danî, ku pêktê ji nexwaşxaneya penceşêrê ya herî mezin li Herêma Kurdistan û Iraqê danî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna xîmê nexwaşxaneya penceşêrê de gotarek pêşkeş kir û ragehand: ‘’Ev nexwaşî dê di ast û kalîteyekî pêşketî ve bê çêkirin û dê bikeve xizmeta hemwelatiyên xoşdivî yên bajarê Hewlêrê û hemû Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’Me li Herêma Kurdistanê çend nexwaşxaneyên taybet ên çareseriya penceşêrê heye ku xizmetekî mezin ji hemwelatiyan re dikin, herwaha nexwaşên derveyî Herêma Kurdistanê jî bi taybet li navçeyên din ên Iraqê ji bo çareseriyê tên wan nexwaşxaneyan. Ji bo wê jî pêwîst dizanim ku spasî û pêzanînên xwe pêşkeşî hemû bijîşk û karmendên wan nexwaşxaneyan bikim, ji bo wê erkê wan ê pîroz û mirovî bicîhtînin.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Sektora me ya tenduristiyê hîn xizmet û çaksaziyên zêde ji bo wê pêwîste bên kirin, di destpêka kabîneya nehem de çaksazî di sîstema tenduristiyê de wek hewldanên me yên yekem bûn. Ji bo wê jî me pirs bi pisporên derveyî welat jî kirin, lê mixabin ji bo demekî zêdetirî du salan givaş û giraniya şewba koronayê hemûyê ket ser wê sektorê û bandor li ser pêngavên bên avêtin kir. Li gel wê jî pêngavên berçav di warên rêxistin kirin û kalîteya dermanan de hatin avêtin.’’

Di beşeke din de jî Mesrûr Barzanî got: ‘’Di sektora tenduristiya Herêma Kurdistanê de divê sektora giştî û sektora taybet hewsengiya wan û hemahengiya wan pêşbikeve. Kalîte û asta xizmetguzariyê di sektora giştî ya tenduristiyê de divê baştir be, hemwelatî divê li nexwaşxaneyên giştî hest bi aramî û hebûna xizmetê bikin. Hin pêngavên kiryarî di vî warî de me dane destpê kirin û min ofîsa xwe jî spart ku bi hemahengî li gel Wezareta Tenduristiyê wek projeya ezmûnî û ceribandinê çend nexwaşxaneyên sektora giştî pêşbixin ku, nexwaşxaneya Rizgarî yek ji nexwaşxaneya herî mezin a Kurdistanê ye û dest bi wê projeyê hatiye kirin.’’

Serokê Hikûmetê derbarê penceşêrê de jî got: ‘’Rêjeya penceşêrê li navçeyê wek hemû cîhanê zêde bûye. Ji bo wê jî pêwîstî bi hûrgilî hem kar li ser kêmkirina sedemên pêketinê divê em bikin, hem jî baştir çareserî ji bo nexwaşên xwe peyda bikin. Ji bo kêmkirina bargiraniya xercên çareseriya nexwaşiyên penceşêrê em piştevaniya sandoqa taybet a alîkariya pêketiyên penceşêrê dikin û hêvîdarim sektora taybet û hemwelatî jî li gor şiyana xwe alîkariya wê sandoqê bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû şiyana xwe ji bo baştirkirina rewşa tenduristiyê û bilindkirina ast û kalîteya nexwaşxane û saziyên tenduristiyê dixe kar. Li Herêma Kurdistanê şiyana zanistî û bijîşkî ya baş me heye û bijîşkên gelek baş me hene ku dikarin bi awayekî baştir xizmeta hemwelatiyan bikin.’’

 

 

Basnews

Top