Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyekî ENKSê kir
Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li pêwîstiya tebayî û hevqebûlkirinê di navbera pêkhate û aliyan de li Sûriyê û karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegera ewlehî û aramiyê kirin, nîgeraniya xwe jî ji hewlên guhartina demografiya navçeyê û kar û riftarên çekdarên tundrew ên opozîsyona Sûriyê nîşan dan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya yekrêzî, tebayî, karkirina bi hev re, hevtêgihîştin û avakirina baweriyê di navbera alî û pêkhateyên Kurdistanî li Sûriyê de kir, hemû amadehiya xwe jî bi hevkarî û piştevaniyê li her hewlekê ji bo aramî û ewlehiya û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li navçeyê nîşan da.
Basnews
