• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li herêma Cizîrê belav bûn

Gulan Media December 2, 2019 Nûçe
Hêzên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li herêma Cizîrê belav bûn
HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe dubare li herêma Cizîrê belav kirin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Kino Gabriel ragihand ku HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe li navçeya Cizîrê belav kirine.

Kîno Gabrîel diyar kir, “Hêzên me û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Heseke, Qamişlo,Dêrik û Dêre Zorê belav bûne.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de derbarê belavkirina hêzên serbazî li herêma Cizîrê Berdevkê HSD tekez dike, “Karê me yê hevbeş bo jinavbirina şaneyên veşartî yên DAIŞê û bicîhkirina ewlekarî û seqamgiriyê, parastina xelkê û bîrên petrolê li navçeyê dest pê kir.”

Kino Gabrîel dibêje jî divê welatên garantor kar bikin ji bo parastin û pabendbûna bi agirbesta giştî ku rêya navdewletî ya M4 bo welatiyên sivîl vekirî bimîne û xelkê navçeyê bê parastin.

Derbarê biryara agirbestê li Rojavayê Kurdistanê jî Berdevkê HSDê diyar dike, “Bicîhkirina agirbestê merca bidesxistina aramiyê ye li bakur û rojhilatê Sûriyê.”

Rudaw
Top