• Thursday, 12 February 2026
logo

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lijneyeke hevbeş a dadweriyê tê avakirin

Gulan Media September 17, 2024 Nûçe
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lijneyeke hevbeş a dadweriyê tê avakirin

Encûmena Bilind a Darayî ya Iraqê îro duşemê bi serokatiya Dadwer Fayeq Zeydan, serokê encûmenê civiyan. Di wê civînê de payeya hejmerek ji dadwer û encamên dawakarên giştî hat bilind kirin, di hemandemê de ji bo pêkanîna lijneyeke dadwerî ya hevbeş di nav encûmenên bilind ên dadweriya Iraq û encûmenên dadwerî yên Herêma Kurdistanê, biryar hat dayîn.

Li gor ragehandinekî, îro 16.09.2024, encûmena bilind a dadweriya Iraqê kombûye û di civînê de ji bo pêkanîna lijneyeke dadwerî ya hevbeş di nav encûmenên bilind ên dadweriya Iraq û encûmenên dadwerî yên Herêma Kurdistanê, biryar hatiye dayîn, bi armanca dîtina çareserî bo wê pirsgirêkên hevbeş ên ku tên ber karê dadweriya hevbeş a dinavbera herdu aliyan de.

Herwaha di wê civînê de gotûbêj di derbarê  daxuyaniya serokê desteya destpakiya Iraqê Heyder Henûn de hat kirin, ku di 4ê Eylûla 2024’an de li bajarê Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê li darxist. Herwaha berê jî di 1ê temûza 2024ê de civîneke rojnamevaniyê li bajarê Bexdayê li darxist.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin: “Di rapora serokê desteya serpereştyariya  dadwerî de ku hemû daxuyaniyên di civînên çavemeniyê de hatine dayîn lêkolîn kir, hat dîtin ku gotinên wî ne rast in, armanca wan ew e ku raya giştî bixapîne. Di heman demê de bertekek li hember tedbîrên qanûnî yên ku derbarê wî de li ser mijara wergirtina erdekî ku ji fermangeha Tomarkirina xanîberên Mîsan re hatiye veqetandin re hat kirin.”
herwha hatiye tekez kirin, Encumena Bilind a Dadwerî biryar da ku dadgeha lêkolînê ya Kerxê ji bo pêkanîna tedbîrên yasayî were destnîşan kirin, û li ser navê encumenê spasiya dadwer Ziya Mihemed kir ku divê lêkolîn li ser karên ku jê re hatine kirin, bê kirin.

 

Basnews

Top