• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Tirkiyê hejmara kesên ku xwe weke Kurd dibînin 2 caran zêdetir bûye

Gulan Media December 2, 2019 Nûçe
Li Tirkiyê hejmara kesên ku xwe weke Kurd dibînin 2 caran zêdetir bûye
Li gor dawîn lêkolîna ku li 36 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye kirin, hejmara kesên ku xwe weke Kurd dibînin 2 caran zêdetir bûye.

KONDAyê dawîn raporta xwe ya bi navê, ‘Lêkolîna Derbarê Şêwazên Jiyanê’ ya 2018an belav kir. Ew raporta ku ji 174 rûpelan pêk tê, heyama di navbera 31ê Adarê-1ê Nîsana 2018an li xwe digire. Herwiha di çarçova wê lêkolînê de li 36 bajaran bi 5793an kesan re rûbirû li malên wan hevdîtin hatine pêkanîn.

Di wê lêkolînê de siyaset, ol, kevneşopî, nirxên giştî, tirs û mijarên din ên ku têkildar bi mirovan re li ser bingeha ‘zayenda civakî’ tên nirxandin.

Di çarçova wê lêkolînê de, pirsa, ‘Em hemû hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne, lê dibe em ji nijadên ciyawaz bin; Hûn xwe û nasnama xwe çawa dizanin û çawa hest pê dikin?’ arasteyî xelkê ku beşdarî wê lêkolînê bûne hatiye kirin û ji sedî 16ê wan xwe weke Kurd pênase kirine ku ku ev rêje di nav jin û mêran de weke hev hatiye tomarkirin. Herwiha di raportê de tê gotin, “Rêjeya Ereban jî derdora ji sedî 3ê ye. Di nav rêjeya ‘jinên malê’ de jî kesên ku xwe weke Kurd dibînin, ji sedî 19 ne.” Hatiye gotin ku di encama wê lêkolînê de zêdetir ji sê ji çaran xwe weke ‘Tirk’ dibînin.

Di raportê de tekezî li ser zêdebûna rêjeya ‘kesên ku xwe weke Kurd dibînin’ tê kirin û tê diyarkirin, “Di heyama 10 salan de di rêjeya kesên ku xwe weke Kurd dibînin, 2 caran zêdetir bûye. Yek ji sedeman zêdebûna nifûsê be jî lê em di wê baweriyê de ne ku, naskirina nasnameya Kurd û aşkerekirina vê yekê bi awayekî rehettir, sedemên sereke ne.”

Rewşa beşdariya xelkê di siyasetê de jî cihê xwe di raportê de digire û li gor encamên lêkolînê rêjeya jinan ku deng didin AKPê ji ya mêran zêdetir e û taybet jî di nav di nav ‘jinên malê’ de rêjeya yên ku deng didin AKPê ji sedî 46 e. Herwiha di nav dengderên CHPê de jî rêjeya jinan ya mêran zêdetir e.

Lêbelê rewşa dengdêrên HDP, MHP û Partiya ÎYÎ berevajî ya dengdêrên herdu partiyên din e û tê gotin ku rêjeya zilamên ku deng didin wan her sê partiyan du caran zêdetir e ji rêjeya jinan. Herwiha hatiye diyarkirin ku jin li gor zilaman derbarê dayna dengdan de bêbiryartir in.

Di raportê de tê gotin, “Di heyama 10 salan de rêjeya dengdêrên zilam ên AKPê piçekê daketiye û di rêjeya jinan de ji sedî 4 zêdebûn heye. Lê di nav jinên ku kar dikin de kêmbûnek heye. Di rêjeya kesên ku deng didin HDPê de zêdebûneke berbiçav heye û ev zêdebûn di nav dengdêrên zilam de diyartir e. Herçiqas di rêjeya dengên MHPê de kêmbûneke hebe jî dema ku li gel yên Partiya ÎYÎ hatin têkelkirin di rêjeya jinan de cudahiyeke nîne û di rêjeya dengdêrên zilam de ji sedî 1 zêdebûnek çêbûye. Di 10 salan de rêjeya jinên ku derbarê dengê xwe de bêbiryar in, bi awayekî balkêş zêde bûye.”

Derbarê rewşa beşdriya di kar de, tê gotin ku rêjeya jinên ku dixebitin zêde bûye û rêjeya zilaman di beşdariya kar de kêm bûye. Tê gotin ku sala 2008an rêjeya ku temenê wan di ser 15 salan de ye ji sedî 67 bû û sala 2018an ev rêje daketiya ji sedî 62an. Weke sedem jî rêjeya xelkê xaneninîşîn û xwendekaran tê nîşandan.

Herwiha li gor encamên wê lêkolînê li Tirkiyê ji her 5 jinan tenê 1 jin dixebite û tê diyarkirin, “Di nav civakê de hizra, ‘Jin ji bo ku kar bike divê destûr ji hevjînê xwe wergire’ ji aliyê ji sedî 54ê xelkê ve tê pesendkirin.” Lê hatiye gotin ku li gor 10 sal berê hejmara kesên ku xwedî wê hizrê de bi awayekî berbiçav kêm bûne.

Herwiha ji nîviyê zêdetir ê jinan jî di wê baweriyê de ku divê ji bo karkirinê destûrê ji hevjînê xwe wergirin û lê di nav zilaman de rêjeya kesên di wê baweriyê de ji ya jinan zêdetir e.

Di raportê de tê gotin ku jinên ku kar dikin wê baweriyê red dikin lê jinên ku li bi karûbarên malê ve mijûl in, piştgiriyê didin nêrîna ‘wergirtina destûrê ji hevjînê xwe’.

Li gor wê lêkolînê li Tirkiyê ji sedî 10ê jinan nizanin bixwînin û binivîsin û di vê çarçovê de rêjeya xwendinê di nav jinan de kêm e li gor zilaman. Jin bi bi giştî, 7.8 salan û zilam jî 9.3 salan perwerdehiyê dibînin.

Li gor raporta KONDAyê, “Xwendina ji sedî 51ê jinan di asta sereteyî, xwendina ji sedî 25an di asta lîseyê de ye. Lê li hemberî vê rewşê ji sedî 3ê yê zilaman nizanin bixwînin û binivîsin û Xwendina ji sedî 45ê zilaman di asta sereteyî, xwendina ji sedî 33ê zilaman di asta lîseyê de.”

Li gor raportê rêjeya jinên zewicî ji rêjeya mêrên ziwicî zêdetir e. Herwiha rêjeya jinên bî jî ji rêjeya ya mêran zêdetir e.

Li ser çawaniya pêkhatina zewacê jî tê gotin ku rêbaza zewaca bi rêya malbat û kesûkaran hîn jî gelek zêdetir e ji rêbazên di nav civakê de ku li gor encamên wê lêkolînê rêjeya vê bikaranîna vê rêbazê di nav jinan de ji nivîyê zêdetir e û li nav zilaman jî nêzî nîviyê ye.

Rudaw
Top