• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Gulan Media December 2, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir
jiber kongreyê pîrozbayî li şanda mêwan kir
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir ku ji Sekreterê giştî Belên Abdula û Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Seîd Xalîd pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî jiber kongreya 10an ya vê partiyê pîrozbayî li şanda partiya han kir û hêviya serkeftinê jî bo wan û partiya wan xwest.

Her di vê hevdîtinê de Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di piştevanîkirina fireh alî û aramiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê hebû.

Rewşa siyasî ya Iraqê û proseya siyasiya Herêmê û hengavên Hikûmeta Herêmê ya ji bo baştirkirina rewşa îdarî û aboriya Herêmê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Top