Balyoza Amerîkayê derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxwazekî ji xelkê Herêma Kurdistanê dike
Balyoza Amerîkayê li Iraqê peyamek derbarê roja cîhanî ya demokrasiyê de belav kir û daxwazek ji xelkê Herêma Kurdistanê kir.
Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowsky di tora xwe ya civakî X de belav kir û diyar kir, di roja cîhanî ya demokrasiyê de amaje bi wê wê yekê kir ku demokratîkbûn ji bo civaka me ye û ji bo bihêzkirina aştî û seqamgiriyê ye.
Herwaha got: ‘’Em hemû rûniştvanên Herêma Kurdistan – Iraqê teşfîq dikin ku ewên ku mafê wan ê beşdarbûnê heye, beşdarî di kûrkirina demokrasiya welatê xwe de bikin, bi rêya dengdana helbijartinên roja 20.10.2024ê ve.
Basnews
