• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel Waliyê Dihukê civiya

Gulan Media September 15, 2024 Nûçe
Serokê herêmê li gel Waliyê Dihukê civiya

Ev du roje Serokê herêmê li Dihukêye.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Dihukê, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel waliyê Dihukê Elî Teter û berpirsên îdarî yên parêzgeha Dihukê civiya.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya parêzgeha Dihukê û projeyên xizmetgozarî yên li vê parêzgehê hate kirin.

Her di heman civînê de giftûgo li ser kêşe û arîşeyên heyî yên li vê parêzgehê û çawetiya çareser kirina wan kêşeyan hate kirin.

Amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû û Serokê herêmê tekez li ser meşandina proseseke aram û aştiyane kir.

 

Basnews

Top