Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma cenazeyê xwîşka Arif Teyfûr bû
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro 15.09.2024 li Hewlêrê tevlî behiya Nahîda Teyfûr a xwîşka Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arif Teyfûr kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî behiya xûşka Arif Teyfûr dibe, herwesa serexweşiyê li binemal û kesûkarên Xudêjêraziyê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşî li binemal û kesûkarên Xudêjêraziyê kir û hevxemiya xwe gehand wan û herwesa hêvî kir Xudayê mezin canê wê bi behiştê şa bike.
Arif Teyfûr bi navê binemala xwe spasî û rêz ji bo tevlîbûn û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.
Basnews
