20 barhelgirên leşkerî yên Amerîkayê geheştin Rojavayê Kurdistanê
Li gor kanala fermî ya SANA ya Sûriyê, ew barhelgirên Amerîkayî li parêzgeha Heseke bicîh bûne û armanca wan parastina bîrên petrolê ne.
Li gor heman çavkaniyê, beşek ji wan otombêlên leşkerî, ber bi başûr û rêya di navbera Şedadî û Dêrezorê ve çûne.
Di çend rojên borî de, 60 wesayît û barhelgirên leşkerî yên Amerîkayê cîh guhertin kirîne û li deverên derdora Rimêlan a nêzîk bîrên petrolê bicîh bûne û piranîya wan jî li gundên derdora herdû parêzgehên Heseke û Reqa bicîh bûne.
Basnews
