• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Diyale xwepêşandanan dîsa destpê kir

Gulan Media December 1, 2019 Nûçe
Li Diyale xwepêşandanan dîsa destpê kir
Îro 01.12.2019ê li çend navçeyekî parêzgeha Diyale ya hemsînorê Kurdistanê, ku hejmarek navçeyên Kurdistanê ser bi wê parêzgehê ne, xwepêşandanan dîsa destpê kir.

Berdevkê polîsê parêzgeha Diyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel taziyeyên ji bo kuştiyên xwepêşandana, bo daxwazên kar û nehiştina bêkarî û dabîn kirina xizmetê bo navçeyên cuda yên Diyale, îro xwepêşandanan destpê kir, bi taybet li navenda parêzgeha Diyale.’’

Herwaha got: ‘’Wek polîsê Diyale hemû tewdîrên ewlehiyê bo parastina jiyana xwepêşanderan hatiye girtin.’’

Piştî biryara dest ji kar kêşanê ya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî xwepêşandan dîsa jî her berdewam in.

Basnews
Top