DAIŞê êrişa Londonê lixwe girt
Êrişa duh li Londonê ku 2 kes bi kêrkirinê hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bibû rêxistina DAIŞê li xwe girt.
Kesê êriş pêk aniye ji ber sûcê terorê di girtîgehê de maye û par hatiye berdan û navê wî Usman Khan e.
Alîkarê Rêvebirê Teşkîlata Polîsan a Londonê Neil Basu îro ragihandibû ku êrîşkar Usman Khanê 28 salî ye û wiha gotibû: "Ev kesê ku di sala 2012an da ji ber sûcê terorê hatibû mehkûmkirin ji hêla rayedaran ve dihat zanîn. Di Kanûna 2018an de bi şert hatiye berdan. En vê gavê ji ber êrîşê li kesekî din nagerin.”
Basu destnîşan kiribû ku di êrîşê de jinek û mêrek hatin kuştin, 2 jin û mêrek jî birîndar bûne.
Di medyaya civakî de hat diyarkirin ku êrîşkar ji ber êrîşa dijî Borseya Qîmetên Menqul a Londonê ya sibata 2012an avêtine girtîgehê û bi şert hatiye berdan û kelepçeya elektronîk avêtinê ku wî bişopînin.
Rudaw
