• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime hevkariyên civaka navdewletî berdewam bin

Gulan Media December 1, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Lazime hevkariyên civaka navdewletî berdewam bin
dibêje êrîş nîşan dide ku DIŞI bi temamî nehatiye jinavbirin
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa şeva derbasbûyî ya terorîstên DIŞIê de peyameke belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Mixabin duhê bi şev di encama êrîşeke terorîstên DIŞIê de bo ser bajarokê Koleco ya ser bi Kifrî, Birêveber û du karmendên asayîşê şehîd bûn û çend karmendên din jî birîndar bûn.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên şehîdan dikim û hêvî dikim xwedê mezin wan bi cenetê şad bike û hêviya baş bûnê jî bû birîndaran dixwazim.

Êrîşa han ya terorîstên DIŞIê nîşan dide ku ev tevgera terorîstî hîn jî bi temamî nehatiye jinavbirin, me di vê derbarê de çend car hayedarî daye.

Jiber vê yekê lazime civaka navnetewî li ser hevkarî kirina herêma Kurdistan û Îraqê berdewam be bo rûbirû bûna DIŞIê û kar kirin bo nehêştina ev fakterên ku dibin sedema serîhildan û dubare çalakbûna tevgerên terorîstî.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

30 Mijdara 2019
Top