Mustefa Şefîq: Her dema Tirkiye ji Kurd dûr bûye, ketiye tengaviyê
Mustefa Şefîq diyar kir, ji ber ku demek e pêwendiyên Kurd bi giştî bi Tirkiyê re aloz bûne û di krîzan re jî derbasî bû, lê piştî şerê li dijî DAIŞê û bûyerên vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê, rewşa tevgera Kurdî bi giştî û Tirkiyê pêdviya wê pê hebû ku di warê dîplomasî de li ser bê rawestandin.
Herwiha got: Rewşa aloz ya li Rojhilata Navîn, Iraq, Sûriye, Îran û Lubanê heye, ligel wê Herêma Kurdistanê hîna herêmeke aram û li ser xwe ye, girîngiyeke mezin heye ew pêwendiyên xwe li bi welatên cîran re rêk bixe, ev jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê welatên cîran de ye.
Amaje bi wê da, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansa rojnamevanî de ronahî xiste ser hin pirsan û got ku girîng bûn, ji wan jî pirsên aborî, ewlehî, aramiya herêmê ne. Ev pirs çendî bo Tirkiyê girîng bin, ewqas bo Herêma Kurdistanê jî girîng in.
Li ser pêşeroja pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê, Mustefa Şefîq got, beşek ji pirsgirêka Kurd bi Tirkiyê re ye, reng e di çareserkirina vê pirsgirêkê de nakokiyên cidî û stratejî hebin, lê ev nayê wê wateyê ku Tirkiye bo Herêma Kurdistanê ne girnîg e, yan jî Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê ne girîng e. Bi gotina “her tişt yan ne tişt” siyaset neyê kirin. Heger Tirkiye pêwîst dibîne ala Kurdistanê li Enqerê hilde, têdigihe ku girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî û herêmê jî heye.
Mustefa Şefîq tekez kir, di dirêjahiya dîrokê de, her dema Tirkiye ji Kurdan dûr ketiye, yan bi helwestên tund li hember sekiniye, Tirkiye ketiye rewşeke tengaviyeke mezin. Lê dema Tirkiye helwesteke nerm û erênî li hember Kurd girtiye, Tirkiye zêdetir aram bûye û aboriya wê jî geş bûye.
Amaje bi wê da, pêwendiyên Tirkiyê piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û heta bûyerên li Rojavayê Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê re, tengasî ketibûnê. Ev serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiye û ji bo Herêma Kurdistanê girîng e, da ku bibe destpêkek ji bo siyaseta bi tundî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd bidawî bibe û danûstandin û diyloga bi rêbazên siyasî hem bo Bakurê Kurdistanê û hem bo perçeyên din ên Kurdistanê bê destpêkirin.
Diyar kir: Pirsa Kurdî piştî şer û serkeftina li dijî DAIŞê û êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, bûye navdewletî û bûye pirsa kolanên cîhanê, ligel vê rewşê, divê dîplomasiya Kurdî sûdê ji vê yekê bibîne.
Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê got: Piştî daxuyaniya dawiyê ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ku got ew bo parastina Kurdan hatine û piştî vegera hêzên Amerîkî ku çendî bi hinceta parastina petrolê be, reng e pirsa çareserkirina pirsa Rojavayê Kurdistanê ne tenê di çarçova Şamê de bimîne, ligel têkçûna civînê Komîta Destûrê, pirsa Sûriyê bi hêsanî nayê çareserkirin. Hebûna hêzên navdewletî li Rojavayê Kurdistanê ligel desthildariya hêzên Kurdî, reng e Tirkiye helwesteke nû bigire dest.
Destnîşan jî kir, aboriyê Tirkiye ne di rewşeke baş de ye, krîzeke wê ya dîplomasî bi welatên derve û Ewropa û Amerîka re heye û helwesta Tirkiyê li hember Kurd, hîştiye ku raya giştî ya cîhanê li hember Tirkiyê xirap bibe. Ji bo Tirkiye ji vê rewşê derkeve, pêwîstiya wê bi Kurd heye û di heman demê de pêwîstiya Kurd ji bi Tirkiyê, ev rewş dihêle ku destpêkeke nû danîn. Pêşwaziya li Enqerê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye kirin, pêşwaziya li serokê dewletekê bû, ev jî girîngiya ku Tirkiye dide Herêma Kurdistanê, nîşan dide.
K24
