Stoltenberg: Hevdîtina Mesrûr Barzanî-Recep Tayyib Erdogan girîng bû
Jens Stoltenberg li paytexta Belcika Brukselê di konferansa rojnamevanî de bersiva pirsa Nûçegîhanê K24 da û diyarkir: Em piştgiriya diyaloga siyasî ya herêma Kurdistanê ligel welatên cîran dikin”.
Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATO di vê çarçoveyê de, hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokomarê Tirkiye Erdogan bi girîngî pênase kir.
Stoltenberg herweha anî ziman, ku NATO piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriye dike û pêwistiyek zêde ya diyaloga siyasî li wî welatî heye.
K24
