Kerkûk…Kamyonekî barhelgir da ser 5 ciwanan
li gor zanyariyên BasNewsê şeva borî 29.11.2019ê li Kerkûkê kamyoneke barhelgir ji ber leza zêde kontrol ji dest da û da ser pênc ciwanên li destpêka taxê bûn û ji ber wê jî her 5 ciwan jî bi giranî birîndar bûn û ew rakirin nexwaşxaneya beşa lezgîn a Azadî.
Hat zanîn li gel hemû hewldanann jî 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, 3 ciwanên din jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Basnews
