Li gundê Sêkanyan a Kerkûkê di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de pevçûn derket
Hat zanîn çekdarên DAIŞê ketina gundê Sêkaniyan û di navbera wan û hêzên ewlehiya Iraqê de şer û pevçûn derketiye û 3 kes ji hêzên ewlehiyê birîndar bûne.
Li gor zanyariyên BasNewsê li gundê Sêkanyan ê li bakurê Kerkûkê şer û pevçûn di navbera çend çekdar û hêzên ewlehiyê de pêkhatiye û guman tê kirin ku ew çekdarên DAIŞê bin.
Îro 11.09.2024ê serê sibehê hêzeke ewlehiyê ji bo girtina kesekî ku biryara girtina wî heyî çûne nav gundê Sêkanyan, lê piştre şer û pevçûn derketiye û 3 karmendên hêzên ewlehiya Iraqê birîndar bûne.
Kesekî xelkê gund jî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand ku: ‘’Terorîst rijyane nav gundê Sêkanyan, eger aliyên peywendîdar negehnê dê karesat pêkbê.
Basnews
