• Wednesday, 11 February 2026
logo

Babacan û Davutoglu peyamên çareserkirina pirsgirêka Kurd didin

Gulan Media November 29, 2019 Nûçe
Babacan û Davutoglu peyamên çareserkirina pirsgirêka Kurd didin
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Wezîrê berê yê Hikûmeta AK Partiyê Alî Babacan xebatên xwe yên damezrandina partiyên nû berdewam dikin. Davutoglu û Babacan dibêjin, jiber ku AK Partî ji felsefeya damezrandinê dûrketiye wan dest jê berda. Babacan û Dawutoglu, ji bo ku dengên Kurdan jî bigirin peyamên çareserkirina Pirsgirêka Kurd didin. Babacan got; Kurd pêkhateyek resen ê Tirkiyê ne. Li gorî nirxandina siyasetmedar û nivîskarên Diyarbekirê, dê gelek Kurdên ku niha piştgiriya AK Partî û HDP'ê dikin, dest ji her du partiyan berdin û berê xwe bidin partiya Davutoglu û Babacan.

Wezîrê berê û siyasetvan Alî Babacan cara pêşî li ser televîzyonekî tirkî qala xebatên partiya xwe kir. Babacan, di axaftina xwe de mafên demokratîk, azadiya ramanî, serbixweyiya hiqûqî û nirxên demokrasiyê derxistin pêş. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî Babacan, di mijarên aborî û Yekitiya Ewropa û peywendiyên derve de siyasetvanekî serkeftî ye. Nivîskar û şîrovekarê siyasî Nevzat Bîngol got; li Tirkiyeyê di mijara aborî, demokrasî, azadiya ramanî û hiqûqê de pirsgirêkên mezin hene û welatî dixwazin ji vê rewşa xirab derkevin ji ber vê yekê dê piştgiriya partiya Alî Babacan bikin.

Nevzat Bîngol, nivîskar û şîrovekarê siyasî, dibêje:"Alî Babcan wekî siyasetvanekî durist tê naskirin. Babacan, hîn di nav AK Partiyê de rexne li partiya xwe digirtin lê tu kesê bi ya wî nedikir. Welatî ji Babacan bi hêvî ne. Babacan dê ji AK Partî, CHP, HDP, MHP û ÎYÎ Partiyê dengan bigire. Alî Babacan dixwaze pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûra bingehîn de were çareserkirin."

Babacan got; Kurd pêkhateyeke resen ya Tirkiyeyê ne û aliyê Pirsgirêka Kurd yê dîrokî heye û divê mafê Kurdan werin dayîn. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî Babacan dixwaze Pirsgirêka Kurd di çarçoveya makezagonê de were çareserkirin. Davutoglu jî wekî Babacan rexneyan li AK Partiyê digire û dibêje; di nava AK Partiyê de li ser tu mijaran şêwr nedihat kirin û biryarên takekesî dihatin dayîn. Serokê berê yê AK Partiyê yê Diyarbekirê Aydin Altaç jî dest ji AK Partiyê berda û piştgiriya Davutoglu dike. Li gorî nirxandina Altaç, xebatên partiyê ber bi dawiyê ve diçe û dê ev partî bi nêrîneke demokratîk pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên civakî çareser bike.

Aydin Altaç, mafnas û şîrovekarê siyasî, got:"Tirkiye bi temamî ketiye nav tengasiyê de, ji ber ku Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe pêwîst e partiyeke nû were avakirin. Bi zordarî û polîtîkaya takekesî Tirkiye nameşe. Dema kul i Tirkiyeyê standartên demokrasiye pêşve herin û aboriya wê baş bibe dê hemû pirsgirêk werin çareserkirin."

Li gorî encamên saziyên rapirsiyê, halêhazir rêjeya dengên AK Partiyê derdora %40 e. Şîrovekarên siyasî sedema vê yekê jî bi tunebûna bedîleke xurt dinirxînin. Her dîsa şîrovekarên siyasî amaje dikin ku di sala 2020'an de dê hilbijartineke pêşwext were kirin û partiya Babacan dê wekî alternatîveke dê rêjeyeke bilind a dengan bigire. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî partiyên Davutoglu û Babacan dibe ku bi hev re tifaqê bikin lê nabin yek. Li gorî gotinên Davutoglu û Babacan partiyên wan dê heta dawiya 2019'an bê ragihandin.

K24
Top