Efserekî asayişê: DAIŞê li Kerkûkê dest bi livîneka bihêz kiriye!
Berpirsê asayişa PDKê li Kerkûkê, Idrîs Refhet ji BasNewsê re got, rewşa gundên devera Pelkane ya nahiya Sergeran baş nîne. Çekdarên DAIŞê li derdora Kerkûkê aktîf bûne û nifûzî nav bajêr jî kirine.
Wî efserê asayişê her wiha got, bi rastî çekdarên DAIŞê dest bi livîneka bihêz kirine. Rewş gelekî metirsîdar bûye.
Berpirsê asayişa PDKê li Kerkûkê da zanîn, wan daxwaz kirine hêznê pêşmerge û asayişa Kurdistanê vegerin Kerkûkê, ji ber ku eger wisa nebe rewşa bajêr dê gelekî metirsîdar bibe.
Bi gotina wî efserî, DAIŞ ji valahiya ku li deverên navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de heye, mifayê dibîne û xwe bihêz û organîze dike.
