• Thursday, 12 February 2026
logo

Firokeyeke Hîndistanê bi egera hebûna bombeyekê li Erziromê daket

Gulan Media September 7, 2024 Nûçe
Firokeyeke Hîndistanê bi egera hebûna bombeyekê li Erziromê daket

 Firokeyeke Hîndistanê, bi egera ku bombe tê de heye, li firokexaneya Erziromê daket. Firokexaneya Erziromê bo hemû firokeyan hate daxistin.

Firokeyek ku ji Hîndistanê ber bi Almanya diçû û tê de 247 rêwî û staf hebûn, bi egera hebûna bombeyekê, bi awayekî lezgîn li firokxaneya Erziromê daket.

Piştî daketina firokeyê, tîmên AFADê, têmên tendirustî û polîsan ber bi firokeyê hatin şandin.

Parêzgarê Erziromê da xuyakirin, hemû rêwî bi awayekî ewle hatine veguhestin û tîmên pispor, di kontrolkirina çante û eşyayan de berdewam in.

Firokexaneya Erziromê, ji ber bûyerê, bo hemû firînan hate daxistin.

 

K24

Top