Horwood: ‘Navçeya Aram’a Tirkiyê ji bo Kurdan ne aram e
Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, beşdarî bernamaya Rûdawê ya li ku bi pêşkêşkariya Hêmin Abdullah bûn ku li Parlamentoya Ewropayê birêve çû û pêşhatên li Rojava, Sûriye û herwiha li navçeyê nirxandin.
Endamê Partiya Lîberal Demokrat a Îngîlîz Martin Horwood amaje bi kontrolkirina qada Sûriyê ji aliyê Rûsyayê ve piştî vekişîna Amerîkayê kir û got, “Welatên rojava û hevalbendên wan, ew welatên ku Sûriyeke demokratîk dixwazin hêvîşikestî kirin. Dibe ev weke vekişîneke dîrokî bê nirxandin. Rûsya û hevalbendên wê valahiya ku piştî vekişîna Amerîkayê derket holê tijî kirin. Herwiha bûn sedem ku Beşar Esed biserkevtî ji vî şerî derkeve. Erdogan jî ji bo serkevtina vê proseyê piştgirî da.”
Endama Partiya Keskan a Almanyayê Hannah Neuman jî hêviyên xwe bo dîtina rêyeke çareseriyê bo krîza Sûriyê anîn ziman û got, “Ez hewldanên ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyê weke fikreke baş dibînim. Li gel vê pêngavê derfetek peyda dibe ku alî li hev kom bibin. Esed û Rûsya niha dixwazin bo destkevtên xwe yên leşkerî qilfekê pêk bînin. Lê beşdarînekirina Kurdan di vê proseyê de dê bibe sedema nîgeraniyeke mezin.”
Endama Partiya Karkeran a Holandayê Kate Perry jî derbarê rola welatên Ewropayê li Rojava û Sûriyê de got, “Ez ne di wê fikrê de me ku bi qasî rola Amerîkayê ya neyînî û erênî li Sûriyê rola me hebe. Amerîka niha bi pêngav bi pêngav ji Sûriyê vedikişe. Rûsya jî li her navçeya Sûriyê hebûna xwe zêde dike. Dibe rola Ewropayê ya li Sûriyê ne di warê leşkerî de be. Ez dikarim bibêjim ku em civaka navdewletî di warê siyasî de jî bi bin ketin.”
Derbarê avakirina navçeyeke dijefirînê li Rojavayê Kurdistanê Kate Perry got, “Ez pêşwaziyê li daxwazên Kurdan ên bo avakirina navçeyeke dijefirînê dikim, lê divê ez bibêjim ku pêkhatina vê yekê gelek dijwar e. Ji ber ku di rastiyê de hêza ku qada asmanî ya Sûriyê kontrol dike Rûsya ye. Di heman demê de li aliyê din Tirkiyeke ku endama NATOyê heye. Me weke Ewropiyan li Encûmana Asayîşa Netewên Yekgirtî (NY) hewl da di vê mijarê de biryarekê werbigirin, lê Amerîkî û Rûs bûn sedem ku ew biryar têk biçe. Em li daxwaza Kurdan têdigihijin û weke daxwazeke rewa dibînin, lê niha bi qasî dîtina me pêkhatina vê daxwazê bi rastî jî gelek dûr e.”
Martîn Horwood piştevaniya xwe bo daxwaza Kurdan a avakirina navçeyeke dijefirînê li Rojava derbirî û got, “Ez piştevaniya daxwaza Kurdên Sûriyê ya bo avakirina navçeyeke dijefirînê dikim û ez jî daxwaz dikim. Helbet dizanim ku di warê leşkerî de ev gelek dijwar e. Ji bo cîbicîbûna vê biryarê jî pêdivî bi piştevaniya Tirkiyê heye ku hevalbendeke navçeyî ye. Eger em li helwesta Erdogan a di vê mijarê de binêrin, ez bawer nakim qet qebûl bike.”
Hannah Neumann êrişa leşkerî ya Tirkiyê bi ser Rojava de bibîr xist û got ku welatên Ewropayê di mijara Rojava de cot standardiyê dikin û diyar kir, “Li Parlamentoya Ewropayê em li dijî wê biryarê rawestiyan û me tekez kir ku ev li dijî yasayên navdewletî ye. Me daxwaz kir firotina çekan bo Tirkiyê bê rawestandin jî. Lêbelê daxuyaniyên welatên Ewropayê yên di asta karên derve de, ne li gor wan gotinên li parlamentoyê bû. Ji ber hindê divê em sozên wisa nedin Kurdan ku em bicih nayînin û divê em bi vî awayî wan hêvîdar nekin.”
undefined
‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê
Martîn Horwood derbarê planên Tirkiyê yên avakirina navçeyeke ‘aram’ li Rojavayê Kurdistanê, got, “Dibe ew navçeya ku Tirkiye li Sûriyê ava dike bo Tirkiyê aram be, lê ji bo Kurdan ne aram e. Derbarê encamdana tawanên şer bi destê Tirkiyê, zanyarî tên ber destê me. Ji ber wê yekê em ne de di wê hizrê de ne ku ew navçeya aram aram a Tirkiye behs dike, fikreke baş be. Ji ber hindê li Parlamentoya Ewropayê em li dijî wê biryarê rawestiyan.”
Hennah Neuman diyar kir ku ew grûpên ku dê Tirkiye li navçeya aram bicih bike ne Kurd in û got, “Pirsgirêk ev e ku koçberên ku Tirkiye dê bişîne navçeya aram ne Kurd in û ji deverên din koç kirine. Divê zext li van mirovan neyê kirin ku li navçeyeke ne ya wan be bijîn. Di heman demê de dibin sedema koçberbûna xelkê navçeyê. Bi ya min Erdogan jî bawer nake ku dê 2 milyon koçberan li wê navçeyê bicih bike, tenê xwest ziyanê bigihîne destkevtên Kurdan.”
undefined
“Tenê destwerdana Rûsyayê rast e”
Parlamenterê Îrlandî Mike Wills, ji parlamenterên din cudatir, jibilî Rûsyayê hebûna hemû hêzên din li Sûriyê weke deryasayî binav kir û got, “Di du salên dawîn de ez 2 caran çûme Sûriyê. Ji ber wê yekê derbarê rûdanên li wê derê çavdêrî û fikrên min ên cuda hene. Bi ya min divê tu hêzên biyanî destwerdan di Sûriyê de nekiriban. Di serî de eger, Amerîka, Erebistana Siûdî û welatên din destwerdan nekiriban, ji bo bêseqamgiriya Sûriyê alîkarî nedaban cîhadîstan, welat nedihat vê rewşa niha. Divê em vê yekê jî jibîr nekin ku Rûsya ji bo parastina wan bi awayekî fermî ji aliyê Sûriyeya xwedî serwerî ve hat vexwandin. Ti dewleteke din nehat vexwendin, hemû bi awayekî deryasayî ketin Sûriyê. Eger piştevaniya Îran û Rûsyayê neba hikûmeta Sûriyê dê hilweşiyaba. Ji ber hindê ez vexwandina hêzekê ji bo parastina xwe ji aliyê Sûriyê ve weke mafekî xwezayî dibînim. Ew ên ku li Iraq, Sûriye, Lîbya û welatên din piştevaniya guhertina rejîman dikirin, rewş sererast kirin gelo? Ez nabêjim Esed mirovekî baş e lê ez di wê baweriyê de me ku zilhêzên cîhanî û Barack Obama jî ne zilamekî baş e.”
Rudaw
