• Thursday, 12 February 2026
logo

Brûskê li leşkerên Tirkiyê da: 16 leşker bûn qurbanî

Gulan Media November 27, 2019 Nûçe
Brûskê li leşkerên Tirkiyê da: 16 leşker bûn qurbanî
Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê brûskê li leşkerên Tirkiyê da û di encama herdu bûyeran de 3 leşkeran canê xwe ji dest da û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê li baregeha serbazî ya Tirkiyê brûskê li leşkerên Tirkiyê da û di encamê de 2 leşkeren Tirkiyê canê xwe ji dest dan.

Li gor Wezaretê Navxwe ya Tirkiyê bûyer li baregeha Girê Davul a Colemêrgê qewimiye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku di encama birûsk lêdanê de efserek û pisporekî çawîş canê xwe ji dest dane û 13 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku brûskê leşkerên di çarçoveya “Operasyona Pençeyê” de li Başûrê Kurdistanê ne, da û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da.
Top