• Thursday, 12 February 2026
logo

Mela Bextiyar ji Bafil û Qubad Talebanî re: YNK ya me ye û jî ciwanên tolaz û beredayî bûn li Ewrupayê

Gulan Media September 6, 2024 Nûçe
Mela Bextiyar ji Bafil û Qubad Talebanî re: YNK ya me ye û  jî ciwanên tolaz û beredayî bûn li Ewrupayê

Mela Bextiya li hember êrîşa hêzên komando yê YNKê a li ser  desga û binkeyên ser bi Mela Bextiyar axivî û ragehand: “Tişta ku Bafil û Qubad Talebanî li hember me dikin, Mam Celal di gorê de diveciniqîne.”

Mela Bextiya li hember êrîşa hêzên komando yê YNKê a li ser  desga û binkeyên ser bi Mela Bextiyar  ragehand ku tişta Bafil û Qubad Talebanî li hember me dikin, Mam Celal di gorê de diveciniqîne û got, “Her çi erd û Dabaşan, derdora Dabaşan, Bakreco, cihên bi sûd û her çi cihên bazirganiyê hene dagir kirine, kes nizane ev hemû dahate kuderê de diçe? Bi sedan mîlyon dolar dahata devera Silêmaniyê bo kuderê diçe?

Herwaha ragehand: “Her rapirsiyek ku tê kirin YNKe nikare Nifşê Nû jî derbas bike, di hemû rapirsiyan de tê gotin ku lîsteya YNKê li jêr PDKê ye û hinek lîsteyên din jî min sê rapirsî xwendine û encamên wê jî ji bo YNKê û dîroka wê gelekî nîgeran in.”

Herwaha amaje bi wê jî kiriye: “YNK her tawanekî ku encam bide, emê bi helwesteke şerefmendane û bi aramî bersivê bidin û emê bernameya xwe ya alternatîf derxine pêş, em Yekitiya Niştimaniya Kurdistan a rasteqîne ne, ji ber ku em gendel nînin, kompanyaya me tineye û me erd dagir nekirine.”

Mela Bextiyar herwaha dibêje: “Ji ber vê yekê em YNK’ê arasteya guhertinê ne, ew belavbûna ku di nav YNKê de haye ya me nîne, ya we ye, rûmeta YNKê ya we nîne, ya me ye, dîroka YNKê ya we nîne, ya me ye. Me YNK’ê ji hemû karesatên ku pê re rû bi rû maye rakir, her li welat jî nebûn, ciwanên tolaz bûn li Ewropayê, eger kurên Mam Celal nebûyana ew hemû post çawa destê we dikeve?

Ev jî aşkera kir: “Du sal beriya kongireya çaremîn, min fêm kiribû ku YNKe ber bi malbatbûn, dîktatorî, çewisandina her cure azadiyan û pencereyên rexneyan ve diçe. Min fêm kir ku YNKe hêdî hêdî bêhna xwe ya bedewî û xweşik û serbestiyê û hizbatiyê ya bedew û hemdem winda dike.”

Tekez jî kir: “Li gel Kosret Resûl min behs kir ku YNK di kendalekî metirsîdar de ye, ev YNKe bi hêza çekdar nayê parastin, YNK ber bi hilweşînê ve diçe û hemû nakokiyên xwe yên bîrdozî, siyasî, civakî û çînayetî bi hemû aliyên siyasî re ji holê radike.”

Ronî jî kiriye: “Ez gelek ji xelkê kurdistanê hişyar dikim ku her êrîşek li ser Çewder  yan jî mala min a li Xaneqînê binpêkirina eşkere ya azadiyê ye û lûtkeya bêwefatiyê di dîroka siyasî ya Kurdayetiyê de ye.”

Mela Bextiyar ragehand: “Ez yek ji wan kesan im ku deyndarê malbata Mam Celal im, ez deyndarê Mam Celal bi xwe di dîrokê de me. Kurên Mam Celal di vê dîrokê de tiştek nebûn ku bibêjin deyndarê min in, lê ewên hatine ser haziriyê, bi nexşe û plan, bi kudetaya kongireya pêncem destdanîne ser hemû beşên YNKê, eve nabe ku mirov piyê xwe lê dirêj bikin û guh nedin nirx û rewşeke siyasî û peywediyekî civakî û dîrokî.”

Herwaha dibêje: “Eger sibê tawanên bi vî rengî bên encamdan, bêguman ez bêdeng nabin, ez jî tenê nînim, em bi sedan kesin, ew bi sedan kesane jî bi tenê namînin, bêguman emê hewil bidin ku eniyeke berfireh çêbikin bo ku ew rewşa metirsîdar nebe û binpêkirinên azadiyê li êrîşkirina binke û mala min de raweste.”

Herwaha tekez kiriye: “Bi piştrastî ev biryarane metirsiya navdewletî li peyve ye û me ber bi senaryoyeke tirsnakve dibin, hêvîdarim xelk hemû tê bigê, heta vê gava ku ez tê de diaxivim, ez endamekî YNKê yê rasteqîneme û ez van hemû derewan şermezar dikim ku pencên tometê ava dikin ku qaşo em di bin bandora vî mil û wî milî de ne, ez şerm dikim van derewan ji we re bibêjim. Hûn çawa dikarin qels bin û bi derew û îftîrayê xwe xurt bikin?”

Herwaha dibêje, “Ev rêya dijî demokrasiyê ji we re pîroz be, rêya pir rûmet ya pêşmergetî û leşkeriyê jî li me pîrozbe, pêşeroj dê bibe şahid ku gotinên kî ji me raste.”

 

 

Basnews

Top