• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

Gulan Media September 6, 2024 Nûçe
Serokê Hikûmetê serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

Roja 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Serokê Hikûmetê aliyên peywendîdar ên Hikûmetê spart ku proseya çêkirin û nûjenkirinea bazara qeyseriyê leztir bikin, Herwiha Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî dikandarên ziyandîtî piştrast kirin ku ew dê li gorî karîn û rêjeya ziyanan, alîkariya wan bikin û dê hewl bidin ku di demek nêzîk de bazar zû bê vekirin.

Mesrûr Barzanî di hejmara xwe ya taybet Facebookê de vîdeoyek jî belav kiriye û ragehandiye: “Me îro serdana bazara qeyseriya Hewlêrê kir û di nêzîk de karên nûjenkirinê kontrol kir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnê dibêje: “Min aliyên pêywendîdar pêwirdar kirin ku proseya çêkirin û nûjenkirina bazara qeyseriyê leztir bikin û min dikandarên ziyanlêketî yên bazarê jî piştrast kirine ku li gor karîn û rêjeya ziyanan dê alîkariya wan bikim û em hewil didin bo ku bazar zû bê vekirin. Me herwaha 5.3 milyar dînar ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê dabîn kiriye û dê di dema diyarkirî de bidawî bibe.”

Top