• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Necef Konsulusxaye Îranê hate şewtandin

Gulan Media November 28, 2019 Nûçe
Li Necef Konsulusxaye Îranê hate şewtandin
karmendên Konsulusxaneyên Îranê beriya êrîşî hatibûn derxistin
Duhê bi şev Xwepîşanderên Îraqî li bajarê Necefê êrîşî ser Konsulusxaneya Îranê kirin û balyozxane şewitandin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku Xwepîşanderên li Necefê eşkere kirine ku sedema tevahiya alozî û kêşeyên li Îraqê, Îrane û ev naxwazên Îranî li bajar û welatê wan bimînin.

Her çend hêzên ewlekarî yên Îraqê li cîhê bûyerê jî bûne lêbelê nikarîne pêşî ji xwepîşanderan bigirin û neçar bûne ji taxa ku Konsulusxane têdeye derkevin.

Hate ragihandin ku 10 deqîqe beriya şewitandinê, karmendên Îranî ji Konsulusxaneyê hatine derxistin.

Ji aliyeke din ve hêzên ewlekarî yên Îraqê jî li Necefê biryara qedexe bûna hatûçûyê ragihandine.



Top