• Thursday, 12 February 2026
logo

Naveroka rûniştina Civata Wezîra ya Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 5, 2024 Nûçe
Naveroka rûniştina Civata Wezîra ya Herêma Kurdistanê

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 04.09.2024 bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Li destpêka wê civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya wanebêjan kir ku biryar hat dan li ser dahata navxwe bibin girêbest, herwaha hêvî kir ku ev biryar cihê razîbûna mamostayên wanebêj be û bibe sedema zêdetir piştevanîkirina wan ji bo xizmetkirina piroseya xwandin û perwerdeyê li Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwaha pîrozbahiya xanenişînên Herêma Kurdistanê kir, ji bo hempakirina mûçeyên wan li gel hevalên wan li Hikûmeta Federalî, ku li Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê deng li ser hat dan û hat pejirandin. Herwaha amaje da ku, karî li ser astê Hikûmeta Federalî jî li dawiyê bigehin  lihevkirinê û ji vê mehê ve xanenişînên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe bi awayê hempakirî li gel xanenişînên Hikûmeta Federalî wergirtin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwaha got, “Em xanenişînan piştrast dikin ku, em dê herdem piştevanên daxwaziyên wan ên rewa bin û ev para westiyayî ya Herêma Kurdistanê ku pareke zêde ya jiyana xwe ji bo xizmetkirina giştî terxan kiriye hejî her piştevaniyekê ye.”

Mesrûr Barzanî herwaha amaje da helmeta bangeşeya hilbijartinan jî, ku biryar e di vê mehê de bê destpêkirin. Navbirî di vî warî de got, “Bê goman aliyên siyasî azad in di çarçoveya peyrew û rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de çawa bangeşeyê bikin, lê ez daxwazê ji wan dikim ku bi awayekî şaristanî û dûrî sivkatiyê û navzirandinê bangeşeyê bikin, ji ber ku em hemî Kurdistanî ne û kur û kiçên vî niştîmanî ne û divê bi berpirsiyarîtî reftarê bikin.”

 

 

Basnews

Top