• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurdistan û Tirkiye têkiliyên abûrî yên du alî berfiretir dikin

Gulan Media September 5, 2024 Nûçe
Kurdistan û Tirkiye têkiliyên abûrî yên du alî berfiretir dikin

Serokwezîr li gel balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê birêz Anil Bura Înan kir.

Me pîrozbayiya destbikar bûnê li wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Me tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên du alî bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de kir.

Mijareke din ya civîna me teybet bû bi projeya steratejîkî ya rêya geşepêdanê ku, welatên Kendavê bi rêya Îraqê bi Tirkiye û Ewrûpayê ve girê dide. Li ser pêwîstiya beşdarbûna herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Îraqê di vê projeya girîng de hemfikir bûn.

Di beşeke din ya giftûgoya me de, me balkêşande ser kuştina torîstekî xelkê Dihukê li Îstenbûlê û rixmî diyar kirina dilgiraniya xwe li hember vê tavana han û pêşkêş kirina hevxemiyê bo malbeta qurbaniyê, Balyozê Tirkiyeyê ev yek dubare kir ku, Tawanbar hatine girtin û rêkarên qanûnî jî hatine stendin.

Li ser nehêştina her cure kêşe û astengiyekê bo torîstên herêma Kurdistanê dema serdana Tirkiyeyê dikin hemfikir bûn.

 

 

Top