• Thursday, 12 February 2026
logo

Şaxewan Ebdula serperiştiya civîneke berfireh a Lijneya Madeya 140ê dike

Gulan Media September 4, 2024 Nûçe
Şaxewan Ebdula serperiştiya civîneke berfireh a Lijneya Madeya 140ê dike

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula îro 03.09.2024, serperiştiya civîneke berfireh a Lijneya Civata Nûnerên Iraqê ya Madeya 140ê bi amadebûna endamên wê lijneyê kir, ku tê de mêvandariya Serokê Şaredariya Qezaya Şêxanê û Birêveberê Giştî yê Regeznameya Barê Şaristanî û Pasport û Îqameyê û Fermandeyê Operasyonên Kerkûkê û Fermandeyê Firqeya 11ê ya Artêşê û Birêveberê Çandinê yê Kerkûkê û cotyarên Top Zawayê hat kirin.

Di wê civînê de, danûstandin li ser mijarên girêdayî berfirehkirina karê wê lijneyê, pirsa parvekirina karta niştîmanî ji bo welatiyan li dû tomara deverên wan, çawaniya çarekirina arêşeya cotyaran û binpêkariyan li ser zeviyan û peymanên çandinê hatin kirin.

Şaxewan Ebdula di pareke din a gotinên xwe de daxwaz ji aliyên peywendîdar û wezaretan kir ku, pabendî destûrî û bicihanîna madeya 140ê bin, tevî çarekirina zirarên siyaseta guhertina demografiyê li serdema rijêma Beis, herwesa asayîkirina rewşa deveran û qerebûkirina zirardîtiyan.

Tevî wê yekê jî, navbirî daxwaza lidûçûnê ji bo karên lijneya hikûmetê û rêdana bi vegeriyana mafan ji bo xwediyên wan ên rewa kir.

 

 

Basnews

Top