Swîs dîsa balyozxaneya xwe li Îraqê vedike
33 sal bû balyozxane hatibû daxistin.
Li gor çapemeniya Îraqî hikûmeta Swîsê biryar daye daku, piştî 33 salan daxistî bûn, dîsa balyozxaneya xwe ya li Îraqê vebike û çalakiyên xwe yên dîplomatîkî li Îraqê zêdetir bike.
Ji aliyê xwe ve hikûmeta Îraqê jî pêşwaziya vê biryara Swîsê dike û bi pêngaveke girîng bilêv dike.
Weke tê zanîn niha nêzî 50 balyozxaneyên welatên biyanî li Îraqê hene.
