• Thursday, 12 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Pêwîste hemû aliyek di bin sîvana serokatiya herêmê de kom bibe

Gulan Media November 26, 2019 Nûçe
Rêveberekî Gorran: Pêwîste hemû aliyek di bin sîvana serokatiya herêmê de kom bibe
Îro 26.11.2019ê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di yekem serdana xwe ya wek serokê herêma Kurdistanê li Silêmaniyê, li gel rêveberiya Tevgera Gorran civiya û endamekî xaneya raperandina Tevgea Gorran jî dibêje, civîna me li gel serokê herêmê baş bû û çend pirsek hatin guftûgo kirin.

Endamê Xaneya Raperandina Tevgera Gorran Şemal Ebdulwefa di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Civîna şandeya serokatiya herêma Kurdistanê li gel rêveberiya Tevgera Gorran civînek baş bû û behsa asayî kirina peyvendiyên navbera partî û aliyên siyasî û aştiya nav mala kurd hate kirin.

Herwaha got: ‘’Tevgera Gorran helwêstê wê aşkera bû, berê me li gel serokatiya herêmê çend rûniştin pêkanîn. Li gor me ya baş hemû partî di bin sîvana serokatiya herêmê de kom bibin û em hemû li ser asta bûyeran de yek helwêst bin.’’

Şemal Ebdulwefa got: ‘’Di beşeke din ên civîna me de behsa şandina neft û mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê hate kirin, em hêvîdarin aliyên siyasî li gel yek vê qonaxa hestyar derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.’’

Basnews
Top