• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye ji Rojava û Amerîkayê dûr dikeve

Gulan Media September 3, 2024 Nûçe
Tirkiye ji Rojava û Amerîkayê dûr dikeve

Bi fermî daxwaza endambûnê li BRICSê kiriye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, hikûmeta vê welatî bi mebesta endam bûn di saziya BRICSê de yaku, bi pêşengiya Rûsye û Çînê hatiye avakirin, bi fermî serlêdan kiriye.

Biryare civata giştî ya BRICSê jî di Cotmehê de bicive û li ser vê mijarê biryar bide.

Ji aliyê xwe ve pisporên Tirkî û yên Rojavayî jî dibijin ku, Tirkiye jiber pêşneketina têkiliyên xwe yên li gel NATO, Amerîka û Ewrûpayê, berê xwe daye Rojhilat û endam bûna Tirkiyeyê di nava BRICSê de vê bibe sedema dûrketina Tirkiyeyê ji Amerîka, Ewrûpa û ev yek jî bandoreke nebaş li ser têkiliyên Tirkiye û NATOyê dike.

 

 

Rudaw

Top