• Thursday, 12 February 2026
logo

Amnesty: Li Rojhilatê Kurdistanê 50 û li Îranê bi giştî 143 xwepêşander hatine kuştin

Gulan Media November 26, 2019 Nûçe
Amnesty: Li Rojhilatê Kurdistanê 50 û li Îranê bi giştî 143 xwepêşander hatine kuştin
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand, herî kêm 143 kes di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin.

Amnesty International derbarê tundûtûjiyên di xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raportek belav kir.

Di wê raporta xwe de Amnesty dibêje, piştî ku di 15ê vê mehê de xwepêşandan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û berpirsên Îranê biryar dan, ku rêkarên ewlekariyê tundtir bikin, herî kêm 143 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.

Amnesty di raporta xwe de diyar kiriye, ku li gor raportên piştrastkirî kesên hatine kuştin sivîl in û piraniya wan jî bi gulle hatine kuştin.

Di hefteya derbasbûyî de jî, wê rêxistina navdewletî ya mafên mirovan derbarê xwepêşandanên li Îranê de raportek belav kiribû û gotibû, raportên ku ji çavkaniyên piştrastkirî yên ji nav Îranê ve gihîştine wan, nîşan didin ku 106 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, lê tekez kiribû ku egera zêdebûna hejmara kuştiyan heye.

Li gor Amnesty, rêjeya herî zêde ya kuştiyan weke herêm, ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li hersê parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê 50 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.

Li ser asta parêzgehan jî, rêjeya herî zêde ya qurbaniyan ji parêzgeha Xûzistanê (Ehwaz) û Kimaşanê ye û li Xûzistanê 40 kes û li Kirmaşanê jî herî kêm 32 kes hatine kuştin.

Di raportêa Amnesty de hatiye, ku li parêzgeha Elborz (Kerec) 9 kes, li Isfehanê 7 kes, li Fars (Şîraz) 15 kes, li Tewrêzê 1 kes, li Kirmanê 1 kes, li Tehranê 20 kes û li Urmiyê jî 4 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Rudaw
Top