• Thursday, 12 February 2026
logo

Amêdî: Leşkerên Tirkiyeyê gule li şivanan reşandin

Gulan Media September 2, 2024 Nûçe
Amêdî: Leşkerên Tirkiyeyê gule li şivanan reşandin

Li nêzîkî gundê Belaveyê yê nahiyeya Dêrelûkê ya Amêdiya Dihokê, leşkerên Tirkiyeyê gule li şivanan reşandin.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, ti ziyanên canî çênebûne û şivan jî neçar mane ku ji herêmê dûrkevin.

Welatiyê ji gundê Belaveyê Fayiq Belaveyî ji Rûdawê re got:

“Şivan 4 kes bûn, her roj pezê xwe li wir diçêrînin.

Îro bê hişyarî gule li wan hatine reşandin.”

Fayiq Belaveyî li ser bûyerê her wiha da zanîn:

“Çend xalên kontrolê yên artêşa Tirkiyeyê li gundê Konê yê li nêzîkî cihê ku şivan lê bûn hatine bicihkirin.

Ev cara yekem e ku şivan bi vî awayî tên gulebarankirin.”

 

Rudaw

Top