Li Herêma Kurdistanê 400 Misilmanan ola xwe guhertine û bûne Krîstiyan
Roja Duşemê (25.11.2019) bi amadebûna hejmarek ji kesayetan ku 80 ji wan ji derveyî welat hatibûn, merasîmek bo belavkirina Încîla bi zimanê Kurdî (Kurmancî) li bajarê Duhokê birêve çû.
Berpirsê Rêxistina Încîlê ya Navdewletî (International Bible Society) li bajarê Duhokê, Dr. Michael Malik, ji Rûdawê re ragihand, “Ji salên 90î ve fikrek hebû ku Încîlê bi zimanê Kurdî belav bikin, lêbelê sala 2010an me dest bi vê projeyê kir, niha wergera Încîlê belav bûye û biryare merasîmek bo belavkirina wê li Duhokê bê pêkanîn." Bi gotina Dr. Michael Malik 5000 ji wê încîlê hatine çapkirin û piştî merasîmê dê bên belavkirin.
Dr. Michael Malik xelkê Amerîkayê ye û nêzikî 15 sal e li Kurdistanê ye û fêrî zimanê Kurdî bûye û dibêje, “Xelkê Kurdistanê hezkirineke zêde bo ola Xirîstiyaniyê heye, destpêkê beşeke xelkê xelet li me tê digihiştin, lêbelê xelkek jî hebû li gel projeya me bûn li bajarê Duhokê.”
Derbarê kesên ku bi rêya wan bûne Mesihî jî Dr. Malik dibêje “Karê rêxistina me li tevahiya cîhanê tenê wergera pirtûkên pîroz e. Em karê tebşîrî nakin, rast e em dizanin li Kurdistanê beşek ji xelk bûne Xirîstiyan û kenîseyên xwe hene, lê ew zêdetir karên kenîseyan e û kenîse piştgiriya wan dike.”
Rêxistina Încîlê ya Navdewletî li piraniya welatên cîhanê ofîsên xwe hene, li bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê jî ofîsên xwe hene. Li gor amarên wê rêxistinê, heta niha Încîl bo 1500 zimanan wergerandine.
undefined
Derbarê hilbijartina şêwazarê Kurmancî bo wergera Încîlê jî Dr. Malik dibêje, “Me destpêkê lêkolîn kir ka çend Kurd bi şêwezarê Kurmancî û çend bi şêwezarê Soranî dipeyivin. Derket ku ew ên bi Kurmancî diaixivin zêdetir in, ji ber wê yekê me biryar da bo wî zaraveyê Kurdî werbigerînin ku zêdetir Kurd sûdê jê bibînin.”
Endamê Rêxistina Încîlê ya Navdewletî Ebdulqadir Hesen, ku zêdetirî 7 sal e bûye Xirîstiyan dibêje, “Piştî pêdaçûna bi ola Xirîstiyaniyê, min biryar da bibim Xirîstiyan.”
Ebdulqadir Hesen diyar jî dike, “Ne tenê ez, nêzikî 200 kesên din li Duhokê bûne Xirîstiyan. Kenîseya me heye û em hemû rojên Yekşemê diçin kenîseyê.”
Ebdulqadir Hesen hejmara kesên bûne Xirîstiyan jî belav dike û dibêje, “Li Herêma Kurdistanê heta niha 400 kes bûne Xirîstiyan.”
Her çiqas hinek kes di wê baweriyê de ne, ‘ew kesên ku ola xwe biguherînin divê bên kuştin’ jî melayê bi navûdeng li Duhokê, Ebdulrehîm Berbuharî, dibêje, “Her kesê ku ji ola Misilmaniyê biçe ser oleke din, divê neyê kuştin. Her kesek azad e ku baweriya xwe bi çi bîr û baweriyê bîne.”
Rudaw
