Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan kir
Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hejmareke Êzidiyan kir û bi wan re civiya. Mîrê Êzidiyan jî bi navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî kir û çend daxwaziyên Êzidiyan gehande Serok Barzanî.
Şandeke Êzidiyan bi serperiştiya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Civata Ruhanî ya Êzidiyan bi hejmareke Êzidiyan re îro 01.09.2024 seredana Serok Barzanî kir.
Serok Barzanî ji aliyê xwe ve pêşwaziya wê şandê kir û ji nêz ve haydarî rewşa Êzidiyan bû.
Serok Barzanî herwesa ji wê şandê re got, “Êzidî pêkhateyeke resen a Kurdistanê ne û em dê herdem piştevanên Êzidiyan û hemî pêkhateyên din bin.”
Serok Barzanî herwesa di pareke din a gotinên xwe de got, “Kurdistan cih û welatê hemî pêkhateyên olî û neteweyî ye.”
Mîrê Êzidiyan jî ji aliyê xwe ve bi navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî kir û çend daxwaziyên Êzidiyan gehandin wî.
Basnews
