• Thursday, 12 February 2026
logo

Îdam kirina welatiyên Kurd berdewame

Gulan Media September 2, 2024 Nûçe
Îdam kirina welatiyên Kurd    berdewame

Di mehekê de 14 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Li gor roprteke navenda mafên mirovan ya Kurdistanê, îdam kirina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame.

Navenda mafên mirovan ya Kurdistanê belav kiriye ku, tenê di meha Tebaxê de 14 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Her di heman demê de rejîma Îranê 17 welatiyên Kurd ku, di nava wan de Mamosteyên olî jî hene binçav kiriye û cezayên giran daye wan.

Top