Nêçîrvan Barzanî navbeynkariya YNK û Goranê dike
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Erkan Elî derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê û civîna wî ya li gel Goranê de ragihand: “Beriya ku Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel Goranê bicive, Desteya Cîbicîkirinê ya Goranê dê civînekê bikin, daku bizanin di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de behsa çi bikin û gelo helwêsta Goranê li ser asayîkirina têkiliyên bi YNKê re çi be.”
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê herwiha got: “Xala yekem û armanca serekî ya serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo baregeha Goranê û civîna wî li gel Rêkxerê Giştî û endamên Desteya Cîbicîkirinê, asayîkirina pêwendiyên navbera Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer û Tevgera Goranê ye, ku ji saêa 2018an ve û di dema ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê de alozî di navbera wan de çê bûbû û Tevgera Goranê li dadgehê doz li dijî Şêx Ceifer vekiribû.”
Mehek beriya niha, şandeke YNKê ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Goranê re serdana wê tevgerê kir, lê belê wê demê Goranê daxwaz kir, ku divê Şêx Ceifer bi fermî daxwaza lêborînê bike. Goran dibêje, Şêx Ceifer teqekerê serekî yê bûyerên li ber baregeha serekî ya wan a li Silêmaniyê bûye. Ji ber wê daxwaza Goranê, hewldana YNKê bo asayîkirina têkiliyên bi wê partiyê re serkeftî nebû.
Di serdana îro ya bo Silêmaniyê de, herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seydi Qadir û herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî bi Nêçîrvan Barzanî re ne.
Piştî hevdîtina li gel berpirsên Goranê, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê li mala Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, li gel polîtboruya wê partiyê bicive.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê, Erkan Elî dibêje: “Armanceke din a serdana Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê ûcivîna wî li gel partiyan, bi taybet jî YNK û Goranê, pêkanîna helwêsteke hevbeş a Kurdistanî li hember guhertin û bûyerên Iraqê û navçeyê ye, herwiha ji bo gotûbêjkirina encamên civîna herî dawî ya aliyên Iraqî ye, ku roja 18ê Mijdarê li Bexdayê li mala Emmar Hekîm hatibû sazkirin.”
Rudaw
