• Thursday, 12 February 2026
logo

“Ji destpêka îsal ve 77 kes di çem û golên Herêma Kurdistanê de xeniqîne”

Gulan Media September 2, 2024 Nûçe
“Ji destpêka îsal ve 77 kes di çem û golên Herêma Kurdistanê de xeniqîne”

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji destpêka îsal ve 77 kes çem û golên Herêma Kurdistanê xeniqîne.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî Muqedem Serbaz Serkewt Kareş ji K24ê re ragihand, ji destpêka îsal û heta niha, 77 kes li Herêma Kurdistanê xeniqîne û li gorî sala borî, rêjeya xeniqînê zêde bûye.

Muqedem Serbaz got: “Beşek ji wan kesên xeniqîne, xelkê Herêma Kurdistanê bûn û hinek jî geştyar bûn. Herî zêde qurbaniyên xeniqînê li Hewlêr û îdareyên din ên serbixwe hatine tomarkirin.”

Da zanîn jî: Ji destpêka îsal ve 17 welatî li Hewlêrê, 11 li Silêmaniyê, 12 li Soranê û yên din jî li îdareyên din ên serbixwe hatine xeniqîne.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî destnîşan kir jî, “Tîmên me li seranserê Herêma Kurdistanê, 152 kes ji xeniqînê rizgar kirine.”

Sala 2023an, bi giştî li Herêma Kurdistanê 61 kes xeniqîn: Li Hewlêrê 10, li Silêmaniyê 10, li Dihokê 10, li Helebceyê kesek, li Germiyanê 3, li Raperînê 12, li Soranê 6 û li Zaxoyê 9 kes xeniqîbûn.

 

K24

Top