• Thursday, 12 February 2026
logo

Lavrov: Tirkiye bo vekêşînê amadeye

Gulan Media September 1, 2024 Nûçe
Lavrov: Tirkiye bo vekêşînê amadeye

Dibêje Tirkiye amadeye danûstandinê bike.

Piştî daxuyaniya Serokê Sûriyeyê ya derbarê vekêşîna hêzên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê, wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov ragihand ku, Tirkiye bo vekêşîna hêzên xwe yên li Sûriyeyê amadeye lê hîn jî naveroka mijarê û çawetiya vekêşînê nehatiye zelalkirin lewre Tirkiye amadeye li ser vê mijarê danûstandinê bike.

Weke tê zanîn wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê jî gotibû ku, daxuyaniyên Esed bo Tirkiyeyê gelek girîngin û Tirkiye û Sûriye dikarin tevahiya kêşeyan bi diyalogê çareser bike.

Top