Hekîm Luqmanê Dihokî li Stenbolê hat kuştin
Kesekî ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman li Stenbolê bi kêrê hat kuştin.
Remezan Mihemed Ehmedê pismamê Hekîm ji Rûdawê re diyar kir ku 12 kesan lê daye û ew bi kêrê hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên ku pismamê wî dane, pevçûnê vê sibehê rû daye.
Remezan Mihemed Ehmed got ku sedema pevçûnê ne diyar e lê 12 kesan êrişî Hekîm Luqman kiriye û kêr li dilê wî ketiye.
Pismamê Hekîm Luqman amaje pê kir ku dema pevçûnê biraziyek û pismamekî Hekîm jî li wê derê ne û hatine desteserkirin.
Remezan Mihemed Ehmed anî zimên ku êrişkar reviyane.
Pismamê wî da zanîn ku Hekîm Luqman karê firotina otomobîlan dikir, ji Dubaiyê çûye Stenbolê û rastî vê êrişê hatiye.
Malbata wî ji bo anîna termê wî îro bi rê ketiye.
Hekîm Luqman 45 salî bû û bavê 3 zarokan bû.
Ji ber ku bi Kurdî axiviye hatiye kuştin
Pismamê Ekrem Nesrulah ji nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan re li ser sedema kuştina wî got:
“Ji Dubaiyê çûye Stenbolê, li otelê ji bo 3 rojan cih veqetandiye.
Dema xwe berdaye kafeya otelê bi pismamê xwe re bi Kurdî diaxive.
10-12 kes li wê derê ne. Dema dizanin ew Kurd in û bi Kurdî diaxivin yek ji wan radije kêrê û hema li ser dilê wî dixe.
Beriya ku bigihe nexweşxaneyê emrê Xwedê kiriye.”
Rudaw
