Çalakvanekî Silêmaniyê: Rewşa naha ya Silêmaniyê gelek dişibe rewşa Hewlêrê ya berî 31ê Tebaxê
Çalakvaneke Silêmaniyê behsa giringiya bûyerên 31ê Tebaxê û bandorên li ser pêşketinên bajarê Hewlêrê dike û radigehîne ku pêwîstiya wan jî li Silêmaniyê bi 31ê Tebaxekî heye ku bajarê wan jî wek Hewlêrê pêşbikeve.
Çalakvanê Siyasî li Silêmaniyê Diyarî Mihemed Mecîd di salvegera bûyerên 31ê Tebaxa 1996ê de, di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Ew roj bûye çavkaniya aştî, avadanî û aramiya Hewlêrê ji bo xelkê Hewlêr a paytexta Kurdistanê. 31ê Tebaxê roja jê standina desthilatê ji wan kesane ku waye Silêmaniyê jî ber bi 31ê tebaxa Hewlêrê ve dibin. Naha Silêmaniyê gelek dişibe berî 31ê Tebaxa Hewlêrê, heman rewşa mafyagerî û birina nanê xelkê, kuştin û bêserşûn kirina xelkê sivîl û ew hemû tiştane li Silêmaniyê hene û wê demê ew tişt li Hewlêrê hebûn.’’
Herwaha dibêje: ‘’31ê Tebaxê ango derxistina ‘’Pîsekî bi destê Pîsekî din’’ Hewlêr roj bi roj paqij, ronî û aramiyê û pêşketinê di xwe de dibîne. Herwaha geheşt wê astê ku Hewlêr bibe bajarê herî xweşik li Iraqê û bi wê navdar bibe. Berî 31ê Tebaxê Hewlêr bajarekî wek gundekî wêran bû, Silêmanî bajarekî ava û xweşik bû, naha Hewlêr a paytext bajarê geştyarî û navendeke mezin a dîplomasî û bazirganiyê ye, Silêmanî jî bajarekî bê xizmetguzar û bajarekî ne aram e.’’
Çalakvanê Silêmaniyê got: ‘’Em naha li benda wê yekê ne ku me jî wek xelkê bajarê Silêmaniyê 31ê Tebax hebe, eger 31ê Tebaxê dê wê tarîbûna Silêmaniyê li me bike ronahî dê bêkariyê nehêle, eger dê me bike rewşenbîr, bi serbilindî ve belê ji bo 31ê Tebaxê.’’
Basnews
