• Thursday, 12 February 2026
logo

Berbijêrê PDKê Omer Çuçanî: Neyarên PDKê çavê wan bi avadaniya Hewlêrê pêbar nabe ku encameke ji 31ê Tebaxê

Gulan Media September 1, 2024 Nûçe
Berbijêrê PDKê Omer Çuçanî: Neyarên PDKê çavê wan bi avadaniya Hewlêrê pêbar nabe ku encameke ji 31ê Tebaxê

Berbijêrekî PDKê radigehîne ku di encama 31ê Tebaxa 1996ê de aramî û avadaniyekî mezin hat Hewlêrê û hemû ew navçeyên Herêma Kurdistanê ku wê demê ket bin desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo wê jî neyar çavê wan bi vê pêşketin û avadaniyê pêbar nabe.

Berbijêrê PDKê li Silêmaniyê Omer Çûçanî ji BasNewsê re ragehand, 31ê tebaxê vejîna ruhî ya kurdayetiyê û berevanîkirina li pêkhateya defacto bû wê demê ji bo kurdan ava bû.

Herwaha diyar kir, demekî berî 31ê tebaxê, bi planeke navxwe û derve, givaşeke mezin xistibûn ser PDKê û ji aliyê siyasî û leşkerî ve tengav kiribûn. Bê dengiya PDKê wek derfet dîtin û wisa zanîn ku PDK bêhêze, di demekî de ku PDKê ji bo dawî anîn bi şerê navxwe bêdengî helbijartibû.

Berbijêrê PDKê got: ‘’Neyarên PDKê li xewn û xeyalekî kûr de bûn, xewin bi wê didîtin ku PDKê bi temamî ji holê rakin, bê agahbûn ku PDK bi rêbertiya Serok Barzanî hemû demekî şiyana wan a serkeftin û desthilatbûna li ser planên dijminên Kurdistanê heye.

Omer Çuçanî diyar kir ku dîrokê îspat kiriye, her demekî plangerî li dijî PDKê hatibe kirin, di dawiyê de PDK serkeftiye û ewên têkçûne yên ew plangerî kirine ew bûne. JI berk u siyaseta nerm û hekîmane ya PDKê û rêveberiya wê, herwaha baweriya bihêz a civaka gele Kurdistanê bi PDKê û rêbaza Barzanî wisa kir ku berdewam PDK li ser hemû plangeriyan desthilat be.

Berbijêrê PDKê behsa wê yekê jî kir ku PDK hemû demekî di fikra çarenivîsa Kurdistanê de ye, bi taybet di 31ê tebaxê de jî dema hate Hewlêrê, ew hizir dikir ku çawa dawî bi şerê navxwe bîne û jiyaneke hêja ji bo kurdan ava bike û hema wisa jî kir.

Omer Çuçanî diyar kir: ‘’Bandorên 31ê tebaxê ve ji bo hemû aliyan hat îspatkirin ku PDK çend di xema Kurdistanê de ye û avadanî û pêşketinê de ye. Neyarên PDKê ji bo wê jî derbarê 31ê tebaxê de tometan ji bo PDKê çêdikin. JI ber çavê wan bi avadanî û pêşketinan pêbar nabe ku ew hemû pêşketin encamên 31ê tebaxê ne. Ji ber wê jî PDK serbilinde bi 31ê tebaxê û di dîroka pêşketina Hewlêr û bajarên din ên Herêma Kurdistanê ye û dîroka linavçûna planên dijmin e.’’

 

Basnews

Top