Li Yemenê di benzînxaneyekî de teqîn pêk hat, 18 kes mirin
Li bajarê Aden yê li başûrê Yemenê, di benzînxaneyekî de teqîn pêk hat û şewateke mezin ji ber teqînê çêbû.
Ji ber tengê teqînê, kesên şahidî kirin, tirseke mezin jiyan kirin û li gel cihên wî bajarî ew deng hatiye bihîstin.
Çapemeniya wê herêmê ragehand ku di teqînê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwaha hat diyar kirin ku teqîn li herêmeke pir şênî û li ser cadeyeke qerebalix pêk hatiye û tê bendewar kirin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li ser agahdar kirinê, hejmareke zêde ya tîmên tendurustiyê û tîmên agirkuj çûne cîhê bûyerê.
Herwaha heta niha di derbarê sedema wê teqînê de ti agahî nehatine ragehandin.
Basnews
